Fransa: Divê rewşa Efrînê neyê piştguhkirin

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian got ku wan gelek caran ji Tirkiyeyê daxwaz kiriye dawiyê li operasyona ser Efrînê werîne.

07.03.2018, Çar - 06:28

Fransa: Divê rewşa Efrînê neyê piştguhkirin
Nuçe Belav bike

Le Drian li Komîteya Pêwendiyên Derve ya Parlamentoya Fransayê axivî û bal kişand ser operasyona Tirkiyeyê ya ser Efrînê û got ku agirbest ji bo tevahiya Sûriyeyê derbas dibe.

Le Drian got, "Civaka navdewletî tenê bala xwe dide ser pêkanîna agirbestê li Xûtaya Rojhilat, lê divê rewşa Efrînê neyê piştguhkirin."

Wezîrê Fransayê dubare kir ku "biryara agirbestê ya Konseya Ewlekariyê ji bo hemû deverên Sûriyeyê derbas dibe û Efrîn jî di nav de ye."

Le Drian xemgîniya xwe ya ji bo êrîşa ser milîtanên kurd anî ziman û got ku wan gelek caran ji Tirkiyeyê xwestiye dawiyê li operasyonê bîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1232 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:59:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x