Kanada: Hevdîtinê herdu aliyan serkeftî birêve diçe!

Wezîrê berevaniya Keneda Harjit Sajjan, di hevdîtinekê de li gel kenalekî Kenedî eşkere kir, ku li gorî zanyariyên wan, gotûbêjên di navbera hikûmeta Iraqê û ya Herêma Kurdistanê de ji bo hêminkirina rewşê bi başî birêve diçin, û got: "Di nakokiyên di navbewra Hewlêr û Bexdayê de, em piştevaniya ti aliyekî nakin."

20.11.2017, Pts - 10:11

Kanada: Hevdîtinê herdu aliyan serkeftî birêve diçe!
Nuçe Belav bike

Harjit Sajjan eşkere kir, ji dema ku alozî û şer di navbera hêzên Iraq û hêzên Pêşmerge de çêbûn, Keneda bernameyên xwe yên serbazî li Herêma Kurdistanê rawestand û heya rewş bi temamî aram nebe, welatê wî çalakiyên xwe yên serbazî berdewam nake.

Herweha Sajjan zelal kir, ku ew naxwazin tevlihevî li Iraqê çêbibe, daku girûpên hevşêwazê DAIŞê dernekevin.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 1390 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:15:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x