Mesrûr Barzanî, balyozê YE pêşwazî kir

Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê li Bexdayê Ramon Blecua bi heyetekê re serdana Hewlêrê kir û bi Şêwirmendê Konseya Ewlehî yê Kurdistanê Mesrûr Barzanî re hevdîtinek pêk anî.

14.11.2017, Sal - 07:00

Mesrûr Barzanî, balyozê YE pêşwazî kir
Nuçe Belav bike

Duh êvarê Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê li Bexdayê Ramon Blecua bi heyetekê re serdana Hewlêrê kir û bi Şêwirmendê Konseya Ewlehî yê Kurdistanê Mesrûr Barzanî re hevdîtinek pêk anî. Di hevdîtina Blecua û Barzanî de pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê hatin nîqaşkirin.

Mesrûr Barzanî di pêşwaziya heyetê de got: "Ji bo sûcên dîrokî ku li hemberî gelê kurd hatine bikaranîn neyên dubarekirin divê pirsgirêk bi şêweyekî bingehîn were çareserkirin. Kurdistan dixwaze pirsgirêkên xwe yên bi Bexdayê re bi rêya diyalogê çareser bike. Gelê kurd naxwaze mafê wan ê Destûra Bingehîn were binpêkirin. Hêviya me raya giştî ya cihanê astengiyên ku li pêşiya diyalogê hene rake û ji bo diyalogê helwesteke aktiftir nîşan bide."

Her wiha Ramon Blecua jî di axaftina xwe de got: "Em wekî Yekîtiya Ewropayê amade ne ji bo çareseriya pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê piştgiriyê bikin. Em dixwazin gengeşiya herdu aliyan kêlik berî kêlîkekê ji holê rabe û lihevhatineke mayînde were sazkirin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1124 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:46:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x