Mesrûr Barzanî şanda Norwecê pêşwazî kir

Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, berteka Bexdayê li hember referandoma serxwebûna Kurdistanê Destûrî nîne û rêkarên serbazî li dijî Kurdistanê dê rewşê aloztir bike.

08.11.2017, Çar - 12:27

Mesrûr Barzanî şanda Norwecê pêşwazî kir
Nuçe Belav bike

Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li nûnerê hikûmeta Norwecê li Rojhilata Navîn û şanda balyozxaneya wî welatî li Bexdayê kir.

Di wê hevdîtinê de şanda Norwecî piştevaniya xwe bo diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê li ser bingeha Destûra Iraqê anî ziman û ragihand, ew hêvîdar in her du alî aloziyên navbera xwe nehêlin û xwe bo qonaxa piştî DAIŞê amade bikin.

Mesrûr Barzanî jî ragihand ku Herêma Kurdistanê her dem amade ye bi Bexdayê re dest bi diyalogê bike lê bertek û karvedanên hikûmeta Iraqê li hember referandomê Destûrî nînin û nîşan didin ku niyeta hinek aliyan li hember sîstema siyasî û Destûrî ya Iraqê xirab e.

Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê da xuyakirin ku rêkarên serbazî li dijî Kurdistanê dê rewşê aloztir bike ji ber wê jî divê Bexda bê şert û merc razî bibe bi Kurdistanê re li ser bingeha Destûrê gotûbêj bike.

Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku divê tevahiya Destûrê were bicîhanîn ne tenê çend beş û bendên wê, ku tenê di xizmeta aliyekî de be.

basnews
Vî nûçeyê tevayî: 1031 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:30:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x