Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Îtalyayê civiyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya Konferansa Asayişê ya Munichê de civîna xwe ya çarem pêk tîne û niha ligel Wezîrê Derve yê Îtalyayê Angelino Alfano di civînê de ne.

17.02.2018, Cts - 08:20

Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Îtalyayê civiyan
Nuçe Belav bike

Îro înê 16ê Sibata 2018an li gor dema Kurdistanê di saet 16:00an de 54mîn Konferansa Asayişê ya Munichê li Almanyayê dest pê kir. Konferans bi beşdariya çendîn serok û serkirdeyên cîhanê, dê heta 3 rojan berdewam bibe. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî bi serokatiya şanda Kurdistanê di konferansê de beşdar in.

Ligel destpêkirina konferansê, Nêçîrvan Barzanî di serî de ligel şandeke Wezareta Derve ya Almanyayê civiya, piştre ligel Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê Ursula von der Leyen û piştî wê jî ligel Wezîra Derve ya Norwecê Ine Marie Eriksen Soreide hevdîtin pêk anîn.

Konferansa Asayişê ya Munichê ji sala 1963an ve her sal tê sazkirin. Îsal konferans di rojên 16 – 18ê Sibatê de tê lidarxistin û mijarên herî giring ên konferansê ev in: Pêwendiyên Yekîtiya Ewropayê ligel Amerîka û Rûsyayê. Pirsgirêkên Rojhilata Navîn û têkçûna pêwendiyên welatên Kendavê. Pirsgirêka Sûriyê.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 1293 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:54:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x