Seroka Komisyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen di bersiva pirsyareke peyamnêr K24 de ragehand, pirsgirêka Kurd a nasnameyê heye û divê ew pirsgirêk were çareserkirin.
Di kongreyeke rojnamevanî de li Strasborge, Seroka Komisyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen bersiva pirsa peyamnêrê K24ê da û got: Gelek rêza min ji Kurd re heye, ji ber posta min a pêşî, derfet çê bû Kurdan ji nêzîk ve nas bikim û bizanim di çi rewşek zehmet re derbas bûne.”
Got jî: Me jenosîda Êzidiyan dît û me dît jî çawa Kurdên qehreman ne tenê bo xwe, belkû li cihê tevahiya cîhanê şerê DAIŞê kirin. Ji bilî wê, gelek rêza min ji helwesta Herêma Kurdistanê re heye, ku bi milyonan koçber û penaber vehewandine. Ez têdigihim nîgeraniya we, lê divê herdem ji bîr nekin, ku nebûna nasnameyê çendî bi azar e û pirsgirêka Kurd a nasnameyê heye û divê ew were çareserkirin.