Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo serdanên fermî gihîşte London a paytexta Brîtanyayê. Biryar e Mesrûr Barzanî ligel serokwezîrê wî welatî Boris Johnson bicive.
Li gor agahiyan Mesrûr Barzanî dê bi Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson û rayedarên din ên payebilind re bicive.
Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê ragihand, di hevdîtinan de dê behsa pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Brîtaniyayê, guhertin û pêşhatên vê dawiyê yên Iraqê û deverê bê kirin.