Serokwezîr Mesrur Barzanî ligel Borîs Johnson civiya

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Londonê ligel Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson civiya.

19.04.2022, Sal - 13:07

Serokwezîr Mesrur Barzanî ligel Borîs Johnson civiya
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barznaî îro li Londonê ji aliyê Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson ve hat pêşwazîkirin. Boris Johnson îro li plaka 10 a Downing Street pêşwazî li Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir û herdu aliyan di civînekê de pêwendiyên Herêma Kurdistan û Brîtanya gotûbêj kirin.

Li gor daxuyaniya Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê, “di hevdîtinan de gotûbêj derbarê pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê, guhertinên dawî û pêşhatên li Iraq û navçeyê bê gotûbêjkirin.”

Brîtanya û Herêma Kurdistanê xwedî peywendiyên bihêz in û di vê çaçoveyê de Konsulxaneya wê heye li Hewlêrê û yek ji endamên serekî yê Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê ye ku hejmarek serbazên Brîtanî li Herêma Kurdistanê ne.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê beriya serdana xwe ya bo Brîtanyayê, roja Înê 14ê Nîsanê çûbû Tirkiyê û li Stenbolê ligel Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan civiyabû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 505 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:27:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x