Şêwirmendê Almanî: Armanca me alîkarîkirina hêzên Pêşmerge ye

Birîkarê Wezareta Pêşmerge û Şêwirmendê Mezin ê Hêzên Almanyayê civiyan û tekezî piştevanîya hêzên Pêşmerge kirin.

20.05.2022, Cum - 07:01

Şêwirmendê  Almanî:  Armanca me alîkarîkirina hêzên Pêşmerge ye
Nuçe Belav bike

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê eşkerekir ku, roja pêncşemê 19ê Gulana 2022yan, Birîkarê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn pêşwazî li Şêwirmendê Mezin ê Hêzên Almanya yê li Herêma Kurdistanê kir, ku li şûna Kolonel Mayer li Wezareta Pêşmerge dest bi kar kir.

Li gor daxuyaniya Wezareta Pêşmerge, di vê civînê de Birîkarê Wezareta Pêşmerge amadebûna xwe û wezaretê ji bo hemû hevkarî û hevahengiyên ku bi serxistin û cîbicîkirina plana çaksazî û yekkirina hêzan ve girêdayî ne, nîşan da.

Şêwirmendê Mezin ê Hêzên Almanyayê di hevdîtinê de diyar kir: “Armanca me çaksazî û alîkarîkirina hêzên Pêşmerge ye, da ku bihêztir bin û bikarin ax û xelkê Kurdistanê ji terorîstan biparêzin.”

Birîkarê Wezareta Pêşmerge spasiya rola gel û hikûmeta Almanyayê kir, ku bi rêya şêwirmendên xwe ve, xizmetên mezin li Pêşmerge kirine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 523 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:20:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x