Têkiliyên Kurdistan û Almanyaye geş dibin

Almanya yek ji wan welatan e ku têkiliyên wê yên siyasî û leşkerî li gel Herêma Kurdistanê hene û roj bi roj li gel germbûna şer û pevçûnên li dijî çekdarên DAIŞê, têkiliyên Almanya û Herêma Kurdistanê jî zêdetir bûn.

19.12.2017, Sal - 07:25

Têkiliyên Kurdistan û Almanyaye geş dibin
Nuçe Belav bike

Herwiha Almanya welatekî li nav Koalîsyona Navdewletî ya dijî DAIŞê ye û ji destpêka şerê dijî DAIŞê ve herî zêde Almanyayê alîkarî ji Pêşmerge re şandiye û di perwerde û rahênana Pêşmerge de berdewam e. Bi çeka Mîlan û çekên din, ji bo têkbirina DAIŞê ji Pêşmerge re alîkareke baş bû. 150 şêwirmendên wî welatî jî, zêdetirî pênc hezar Pêşmerge rahênan kirine.

Almanya bi hêza xwe ya li nav Yekîtiya Ewropayê dixwaze pêwendiyên siyasî yên li gel Kurdistanê jî xurt bike. Di serdema şerê li dijî DAIŞê de, Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge, yek ji wan hêzan bûn ku cîhan pişta xwe bi wê ve girêdida. Ji Washîngtonê heta Londonê û paytextên din ên cîhanê, pêwendiyên wan ên taybet ên li gel Herêma Kurdistanê hebûn û hene.

Wek tê zanîn di dema şerê li dijî DAIŞê de, Almanyayê zêdetirî du hezar ton çek û teqemenî ji hêzên Pêşmerge re şandine ku zêdetirî 95 milyon dolar dikin. Yek ji wan çekên giring jî, çeka Mîlan e, ku çekeke bihêz e û di têkbirina êrişên xwekujiyê yên DAIŞê de roleke bi bandor lîstiye.

Tevî hemû dijîtiya Bexdayê ya li ser pêwendiyên dîplomatîk ên Herêma Kurdistanê û herwiha hewldanên wê yên li ser danîna dorpêçê û veqetandina Kurdistanê ji cîhanê, berovajiya daxwaz û vîna Bexdayê, Nêçîrvan Barzanî û şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser vexwendina fermî ya Wezareta Derve ya Almanyayê, serdana wî welatî kir û li gel rayedarên payebilind ên siyasî û leşkerî yên Almanyayê hevdîtin pêk anîn.

Li ser peywira hêzên Almanyayê ya li derveyî welat, Ursula von der Leyen diyar kiribû ku dixwazin peywira hêzên leşkerî yên li Iraq û Kurdistanê heta salekê dirêj bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1284 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:00:26
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x