Wê Borîs Johnson ji kar îstîfa dike

Çapemenîya Brîtanya\'yê ragihand ku îrô diyare ku Serokwezîrê Brîtanî Johnson wê ji peywîra xwe îstîfa bike.

07.07.2022, Per - 08:44

Wê Borîs Johnson ji kar îstîfa dike
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya ku BBC Tirkî de cih girtîye tê gotin ku li Parlementoya Brîtanya\'yê piştî angaşta di derbarê Johnson\'de ku wezîran yek bi yek destbi îstîfayê kiribûn, bendewarî heye ku Johnson demek şonde îstîfaya xwe biragihîne.

Ev yek piştî pêleke destjikarkişandina wezîran di hikûmeta Johnson de tê, ku ji pêr 5ê Tîrmehê ve 9 wezîran dest ji postên xwe berdane. Di dema ku Serokwezîr red kir ku dev ji posta xwe berde.

Vê sibê jî, Wezîrê Dewletê ji bo Karûbarên Îrlandaya Bakur Brandon Lewis, Wezîra Xezîneyê Helen Whiteley, Wezîrê Dewletê ji bo Ewlekarî û Sînor Damian Hinds, Wezîrê Mûçeyan Guy Opperman, Wezîrê Zanist û Lêkolînê George Freeman û, Wezîra Perwerdeyê Michelle Donelan dest ji kar vekişandin.

Di nava 48 demjimêrên borî de jî, zêdetirî 54 wezîr, wezîrên dewletê û alîkarên wezîran û hejmareke mezin ji rayedarên payebilind dest ji karê di hikûmeta Johnson de vekişandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 398 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:32:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x