Wezîra Derve ya Swêdê: Me serê xwe li ber Erdogan netewand

Tirkiyê bi Swêd û Fînlandê re di berdêla endamtiya wan a NATOyê de, li ser PKK û PYDê peymanek îmze kir.

01.07.2022, Cum - 10:20

Wezîra Derve ya Swêdê: Me serê xwe li ber Erdogan netewand
Nuçe Belav bike

Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde derbarê peymanê de got, "Me serê xwe li ber Erdogan netewand."

Li gorî vê yekê, Swêd û Fînlandê PKK weke "rêxistina terorê" dupat kirin û soz dan ku ew dê li Rojavayê Kurdistanê piştgiriyê nedin PYD û YPGê. Piştî vê peymanê, Tirkiyê ji Swêd û Fînlandê daxwaza radestkirina 33 kesên ku piraniya wan Kurd in kir.

Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde ku ji ber peymana ku bi Tirkiyê re li welatê xwe rastî rexneyan hat got, “Me serê xwe li ber (Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp) Erdogan netewand.”

Linde ji rojnameya Swêdî Aftonbladet re axivî û anî ziman,”"Heta ku delîlên çalakiyên terorîstî nebin em ê razî nebin ku kesekî radest bikin.”

Li gorî nûçeya Deutsche Welle, Linde got, “Ti sedem nîne ku Kurd fikra wê yekê bikin ku mafên wan ên mirovî an mafên wan ên demokratîk di xetereyê de ne.”

Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde ku ji bo Civîna NATOyê li Madrîd a Îspanyayê bû, di daxuyaniya xwe ya ji bo radyoya Swêdê de anî ziman, “Em dê mafên demokratîk ên mirovan neguherînin lê li aliyê din dê di krîmînalîzekirina beşên cuda yên terorê de dijwariyeke mezin çê bikin.” Linde destnîşan kir ku divê Swêd nebe welatekî ku terorîstan dihewîne.

Partiya Çep: Dê kîjan opozîsyonên rejîmê bên radestkirin?

Civîna sê alî ya ku di navbera Tirkiye, Swêd û Fînlandê de hat îmzekirin, ji aliyê du partiyên siyasî yên ku piştgiriyê didin hikûmeta kêmaniyan ya Partiya Karkerên Sosyal Demokrat a Swêdê û parlamentera serbixwe ya Kurd Amîne Kakebawe bertek nîşan dan.

Serokê Partiya Çep Nooshi Dadgostar li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyaniyek da û got, “Me berê jî li ser polîtîkaya ewlekariya Swêdê ji nekeve destê despot Erdogan hişyarî dabû lê hikûmetê ev yek red kiribû. Niha divê em vê yekê bibînin. Swêd di şerê li dijî Sûriyê de dê çekan bide Tirkiyê? Dê kîjan opozîsyonên rejîmê bên radestkirin?”

Kesk: Guhertinên bi fikar hene

Hevseroka Partiya Keskan Märta Stenevi jî ji Wezîra Derve Linde xwest ku di komîsyona têkiliyên derve ya parlamentoyê de naveroka peymanê eşkere bike û li ser mijarê bersivan bide. Stenevî di daxuyaniya xwe ya li ser Twitterê de diyar kir ku di hinardekirina çekan û kesên ku bên radestkirin de guherînên bi fikar hene.

Amîne Kakebawe: Di dîroka siyasî ya Swêdê de rojeke reş e

Parlamentera serbixwe ya Kurd Amîne Kakebawe jî ev peyman weke "rojeke reş di dîroka siyasî ya Swêdê de" bi nav kir. Kakebawe her wiha peyman wek "siyaseteke xemgîn û pêkenok a ku aştî û demokrasiyê xurt nake" bi nav kir û destnîşan kir ku îhtîmala dengdana pêbaweriyê ji bo Wezîra Derve Ann Linde heye.

Parlamentera Kurd Amîne Kakebawe wek parlementereke serbixwe, ji bo ku hikûmet piraniya parlamentoyê di destê xwe de biparêze girîng e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 438 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:47:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x