Yekîtiya Ewropa ji bo krîza Hewlêr û Bexdayê dikeve dewrê

Hat ragihandin ku Yekîtiya Ewropa ji bo çareseriya pirsgirêka navbera Hewlêr û Bexdayê amadehiyan dile ku têkeve dewrê. Catherine Ray ragihand ku heta demeke nêzîk em ê bi herdu aliyan re dest bi hevdîtinan bikin.

09.01.2018, Sal - 11:51

Yekîtiya Ewropa ji bo krîza Hewlêr û Bexdayê dikeve dewrê
Nuçe Belav bike

Hat ragihandin ku Yekîtiya Ewropa ji bo çareseriya pirsgirêka navbera Hewlêr û Bexdayê amadehiyan dile ku têkeve dewrê. Berdevka Nûnera Bilind a Polîtîkayên Ewlehî yên Têkiliya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini Catherine Ray ragihand ku heta demeke nêzîk em ê bi herdu aliyan re dest bi hevdîtinan bikin.

Catherine Ray di berdewamiya axaftina xwe ya K24ê de got: "Hetanî demeke nêzîk em ê dest bi hevdîtinên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê bikin. Bi herdu aliyan re jî li ser pêşerojê em ê biaxivin."

Ray di dirêjiya axaftina xwe de got: "Yekîtiya Ewropa (YE) amade ye ji bo avadanbûnê piştgiriya Iraqê bike."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1184 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:20:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x