Encûmena Yekîtiya Ewropayê îro li hev kom bû û di civînê de stratejiya xwe ya nû ya derbarê Iraqê de pesend kir.
Encûmena Yekîtiya Ewropayê di civîna xwe ya îro de piştgirî da danûstandinên navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê û daxwaz kir ku hemû destûra Iraqê were cîbicîkirin.
Encûmenê di civînê de di çarçoveya destûra Iraqê de bi taybetî bal kişand ser statuya Herêma Kurdistanê û ji herdu aliyan daxwaza rêkeftinê kir ku Hewlêr û Bexda sûdê jê werbigirin.