Futbolîstê Kurd Wurya Xefûrî li Îranê hat berdan

Futbolîstê navdarê Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê û lîstikvanê tîma Fûlada Xûzistanê ya Îranê, Wurya Xefûrî ku heftiya bihorî ji aliyê hêzên emnî yên Îranê ve hatibû desteserkirin, îro Sêşembê 29ê Mijdara 2022an bi kefalet hat berdan.

29.11.2022, Sal - 12:44

Futbolîstê Kurd Wurya Xefûrî li Îranê hat berdan
Nuçe Belav bike

Ajansa Mizan a desthilata dadê ya Îranê îro ragihand, Wurya Xefûrî îro ji girtîgehê bo dadgehê hat şandin û piştî lêkolînên pê re bi biryara dadgehê bi kefalet hat berdan.

Medyaya fermî ya desthilata dadê ya Îranê behsa hûrgiliyên kefaletê û rêjeya wê nekiriye, lê diyar kiriye ku “piştî lêkolînên dawî, raya Dozgerê Tehranê û lêkolerê dosyeyê, Wurya Xefûrî piştî ku li dadgeha Tehranê amade bû, bi kefaleteke guncaw ji girtîgehê hat berdan.”

Pêştir di nava heftiyê de herî kêm du caran ajansa Tasnim a ser bi Supaya Pasdaran nûçeya azadkirina Wurya Xefûrî belav kiribû, ku her du caran jî hat redkirin.

Wurya Xefûrî ê 35 salî xelkê parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ye, ku ji ber helwêstên wî xelkê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê gelek jê hez dikin. Ji ber helwestên wî yên derbarê mijarên siyasî û civakî de, ew futbolîstê Kurd rastî gelek zextên hikûmeta Îranê hatiye.

Wurya Xefûrî roja 24ê Mijdara 2022 bi tohmeta “bêrêzî bi tîma neteweyî ya futbolê ya Îranê” û “propaganda li dijî rejîmê” li bajarê Ehwazê hatibû desteserkirin û her zû bo girtîgeheke Tehranê hatibû veguhastin.

Tevî ku bi fermî nehtaiye ragihandin, lê belê tê texmînkirin ku ew futbolîstê Kurd ji ber helwestên xwe yên bo piştgiriya li xwepêşandanan, daxwaza rawestandina kuştina kurdan li Rojhilatê Kurdistanê, rexneyên tund ji hikûmetê û wê dawiyê rexnekirina tîma futbolê ya Îranê hatibû desteserkirin.

Wurya Xefûrî ji destpêka xwepêşandanên wê dawiyê yên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ve gelek peyamên piştgiriyê li ser hesabên xwe yên di torên civakî de belav kirine.

Piştî ku Supaya Pasdaran ji bo tepeserkirina xwepêşandanên Ciwanro, Mihabad û Bokanê hêzeke mezin derbasî nav wan bajaran kir û di teqekirinên li wan bajaran de zêdetirî 15 kesan canê xwe ji dest dan, Wurya Xefûrî peyamek belav kir û ji hikûmeta Îranê xwest, “kuştina Kurdan rawestîne”. Xefûrî got, “Kuştina Kurdan rawestînin. Kurd, Îran bi xwe ye, kuştina Kurdan tê wateya kuştina Îranê, eger li hember kuştina xelkê bê helwestî, ne Îranê lê tu ne mirovî jî. Hemû etnîk Îran bi xwe ne, xelkê nekujin.”

Futbolîstê Kurd, Wurya Xefûrî yek ji baştirîn futbolîstên Îranê di xeta berevaniyê de ye, lê ji bo Kûpaya Cîhanî ya 2018an bo tîma Îranê nehtaibû vexwendin. Herwiha sala bihorî jî ji ber helwestên xwe ji tîma Istiqlal a Tehranê hat dûrxistin. Gelek kes wiha dibînin ku nevexwandina wî bo tîma netewî ya Îranê û derkirina wî ji Istiqlalê, biryareke siyasî ye û têkilî bi asta werzişî ya wî futbolîstê Kurd ve nîne.

Desteserkirina futbolîstê Kurd ku li Îranê gelek navdar e, bûbû sedema gelek karvedanan û gelek kesayetiyên naskirî yên Îranê daxwaza azadkirina wî kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 214 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:54:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x