Medyaya Îranê belav kir, ji ber derketina trênekê ji riya xwe, herî kêm 10 kesan canê xwe ji dest dan.
Berdevkê Desteya Hawarhatina Niştimanî ya Îranê Mocteba Xalidî ji ajansa (AFP) re ragihand, trênek li nêzîk bajarê Tapasê ji riya xwe derket û trên wergeriya.
Xalidî diyar kir jî, di encamê de 10 kesan canê xwe ji dest dan û 12 kesên din jî birîndar bûn.
Ji aliyekê xwe ve, ajansa nûçeyan “Tasnim” ji zarê Parêzgarê Tapasê got: “Trên li heylekê li ser rêya hesenî ket û qelibî.”