Îran axa Başûrê Kurdistanê topbaran dike!

Topxaneyên Îranê, bi hêceta hebûna pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistanê ya Îranê (PDK-Î) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya Rojhilat, zozanên ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê topbaran dikin.

03.07.2017, Pts - 06:01

Îran axa Başûrê Kurdistanê topbaran dike!
Nuçe Belav bike

Hêzên Artêşa Îranê, îro careke din dest bi topbaran zozanên li qontara Çiyayê Helgûrdê kirin.

Qaymiqamê Çomanê Ehmed Qadir ji Rûdawê re ragihand, “Topxaneyên Îranê zozanên Kunerê û Kîfarîstanê yên li ser sînorê bajarokê Hacî Omran û devera Balekayetî topbaran dikin.”

Ehmed Qadir da zanîn, ku di encama topbaranê de koçerek bi saçmeta topan birîndar bûye û agir bi pûş û giyayê navçeyê ketiye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2074 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:42:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x