îranê : Bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê bûye sedema gengeşeyan.

Îranê piştî çend rojan li ser bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê bertek nîşan da û ragihand, ew yek berovajiyê destûra Iraqê ye û dê bibe sedema derketina aloziyan.

03.04.2017, Pts - 17:45

îranê : Bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê bûye sedema gengeşeyan.
Nuçe Belav bike

Îranê piştî çend rojan li ser bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê bertek nîşan da û ragihand, ew yek berovajiyê destûra Iraqê ye û dê bibe sedema derketina aloziyan.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasimî îro duşemî 3ê Nîsana 2017ê di konfranseke rojnamevanî de, helwesta Tehranê derbarê bilinkirina Ala Kurdistanê li parêzgeha Kerkûkê aşkere kir.

Behram Qasimî ragihand, ku ew weke Îranê bilindkirina her alekê li Kerkûkê ji bilî Aala Iraqê, weke karekî berovajiyê destûra Iraqê dibînin.

Qasimî got: “Helwesta bingehîn a Komara Îslamiya Îranê, piştevaniya li yekparçeyiya xak û serweriya niştimanî ya Iraqê û tekezî li ser pabendbûna hemû aliyan bi destûrê û çareserkirina nakokiyên li wî welatî bi rêya gotûbêjan û rêkarên yasayî ye.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê destnîşan kir: “Di vê çarçoveyê de, em bilindkirina her alekê ji bilî Ala Iraqê li Kerkûkê, ku li gorî destûra wî welatî di bin serweriya dewleta federal de ye, weke karekî berovajiyê destûrê û çêkerê aloziyan dibînin.”

Behram Qasimî diyar kir, têkoşîna li dijî terorîsmê û paqijkirina deverên Iraqê ji hebûna terorîstan, giringtirîn meseleya dewlet û xelkê Iraqê ye û da zanîn, ku Îran di wê yekê de piştgiriya Iraqê dike û dê li ser alîkarî û piştgiriya xwe ya ji bo wî welatî jî berdewam be.

Qasimî got: “Kiryarên vê dawiyê yên hin aliyên Iraqî li Kerkûkê, ji ber ku dikare beşek ji enerjiya dewlet û gelê Iraqê ji têkoşîna li dijî terorîstan dûr bixe û mijûlî mijarên navxweyî bike, cihê dilgiraniyê ye.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1541 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:52:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x