Îran, liser sinorên Hewlêr top barand

Hat ragihandin ku leşkerên pasdarên Îranê sînorê nahiyeya Hacî Omeran a bi ser parêzgeha Hewlêrê topbaran kir.

18.08.2017, Cum - 08:54

Îran, liser sinorên Hewlêr top barand
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya malpera Rûdaw'ê cih digire, Rêveberê Nahiyeya Hacî Omeran Ferzeng Ehmed ragihand ku topxaneyên leşkerên pasdarên Îranê derdora gundên ser bi nahiyeya Hacî Omeran topbaran kirin.

Ehmed di berdewamiya axaftina xwe de di bêje ku: "Heta niha ji ber topbaranê zirar negihiştiye canê ti kesî û me ji xelkê sînor daxwaz kir ku ji wan deran dûr bikevin û niha kes li wir nemaye.

Rejima Îranê ji ber zêdebûna tevgerên pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK ango HDK), Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) û Komeleya Şoreşger sînorê nahiyeya Hacî Omeran a ser bi navçeya Çoman topbaran dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1269 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:08:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x