Li gor malpera fars a sipaha pasdaran Mihemed Pakpûr di civîneke çapemeniyê de duh ragehand: ‘’Grubên dijî şoreşa îslamî ya Îranê ku bi salane xwe ji şerê çekdarî dane aliyekê, ji aliyê welatên Ewropî û hin welatên din ên kendawê ve têne teşfîq kirin û ragehandine dîsa dê dest bi şer û xebata çekdarî bikin ku di pevçûna yekem a havîna borî li Şino û navçeyên din hatine tekbirin.’’
Wî fermandarê sipaha pasdaran got: ‘’Em li sînorên rojavayê Îranê û başûrê rojhilat bi awayeke berfireh û bi sûd vergirtina teknîkên modern, balefirên bê balefirvan ve em çavdêriya navçeyê dikin û her tevgerek me xistiye bin çavdêriyê de.’’