Li gorî zanyariyan, doh li gundê Malwêranê yê Wêranşarê ji ber cihê lêkirina xaniyekî di navbera malbatên Kizilboga û Atilgan ku ji heman eşîrê ne nîqaş derket û her du alî pev çûn.
Di pevçûnê de her du malbatan bi dar û keviran li hev xistin û di encamê de Mehmet Kizilbogayê 31 salî, Abdulhalim Kizilbogayê 57 salî, Salih Kizilbogayê 26 salî, Nuri Kizilbogayê 62 salî û Bilal Kizilbogayê 24 salî birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn gundê Malwêranê.
Tîmên tenduristiyê birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê.
Cendirmeyan ji bo bûyer mezintir nebe li gund tedbîrên ewlehiyê wergirtin.