Sûriye û Îran: Divê Amerîka ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê derkeve

Wezîrên karên derve yên Sûriye û Îranê civiyan. Di civînê hate îfadekirin ku divê Amerîka ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê vekişe.

02.08.2023, Çar - 05:28

Sûriye û Îran: Divê Amerîka ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê derkeve
Nuçe Belav bike

Hêzên Amerîkayê gerên çavdêriyê li gundên Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê dikin.

Hêzên biyanî di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de li Rojavayê Kurdistanê, beşeke parêzgehên Reqa û Dêrezorê û navçeya Tenifê yê Sûriyeyê dimînin.

Pirsa hebûna wan hêzan li Sûriyeyê yek ji mijarên civînên wezîrên karên derve yên Sûriye û Îranê bû.

“Me behsa rola wêranker a Amerîkayê kir”

Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Feysel Miqdad anî ziman:

“Me behsa rola wêranker a Amerîkayê û dagirkeriya wê ya li navçeyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê kir. Amerîka rojane tawanan li wan navçeyan dike.

Em dixwazin jê re bêjin, nabe ku ev rewş berdewam bibe. Em dixwazin ji Kongreya Amerîkayê û hemû aliyên ku piştgiriyê didine êrişên Amerîkaya ku dijî mirovahiyê tawanên şer li dike re bêjin ku gelê Sûriyeyê vê rewşê qebûl nake.”

Wezîrê Karên Derve yê Îranê piştevaniya xwe ya ji bo Hikûmeta Sûriyeyê anî ziman û xwest ku hêzên Amerîkayê ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê derkevin.

“Dagirkeriya Amerîkayê ya li Sûriyeyê aloziyan gurtir dike”

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdullahiyan li ser hebûna hêzên Amerîkayê yên li Sûriyeyê got:

“Em di wê baweriyê de ne ku dagirkeriya derqanûnî ya Amerîkayê ya li Sûriyeyê ji bilî gurkirina aloziyan û piştgiriya komên terorîst ên li Idlibê ti encameke erênî ji bo herêmê bi dest nexistiye.

Ji ber vê yekê Îran tekez dike ku aştî û ewlehî tenê bi şertê ku hêzên Amerîkayê ji Sûriyeyê derkevin mîsoger dibe.”

900 leşkerên Amerîkayê li Sûriyeyê ne

Li gorî berpirsên Pentagonê heta niha 900 leşkerên Amerîkayê li Sûriyeyê ne.

Hêzên Amerîkayê li navçeyên Rêveberiya Xweser ên li bakurrojhilatê Sûriyeyê û navçeya Tenifê ya li sêgoşeya sînorên Sûriye, Iraq û Urdinê dimînin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 316 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:35:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x