Fuad Hisên: DAIŞ hêşta li ser deverê gef e
Wezareta Derve ya Îraqê radigehîne, “Newala Horanê di navbera Enbar û Derayê de bûye rêya derbazbûna DAIŞê.” Herwesa dibêje, “DAIŞ hêşta li ser deverê gef e.”

Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Hisên duh (Yekşem, 12.01.2025) di çarçoveya civîna Wezîrên Derve yên welatên Erebî û Ewropayî de li Riyazê got, “Endamên DAIŞê li ser sinorê navbera Sûriye û Îraqê hene û roj bi roj zêdetir dibin, zêdebarî wê yekê ku çekên wan jî zêdetir pêş dikevin.”
Fuad Hisên her di wê civînê de nîgeraniya xwe diyar kir ku, berdewam rûbirûbûnên çekdarên DAIŞê û hêzan li wan deveran hene ku zindanên mezin ên DAIŞê li wê derê ne.”
Navbirî herwesa got, “Eger ew rûbirûbûn berdewam bin, mimkin e 10 hezar DAIŞîyên nav wan zindanan bên azadkirin, zêdebarî kempa Holê jî ku metirsiyên gelek mezin in.”
Wezîrê Derve yê Îraqê pirsyar ji amadebûyîyên wê civînê kir, “Eger DAIŞ wan deveran kontirol bike, çi diqewime?” Fuad Hisên piştrastî jî da ku ew çekdar dê bên nav Îraqê û welatên din jî.