Îraq: Destûra Amerîkayê ya kirîna gaza Îranê bi dawî dibe

Mohleta Amerîkayê ya ji bo kirîna gaza Îranê ya ji bo Îraqê bi dawî dibe.

08.03.2025, Cts - 12:56

Îraq: Destûra Amerîkayê ya kirîna gaza Îranê bi dawî dibe
Nuçe Belav bike

Berdevkê Wezareta Elektrîkê ya Îraqê got, “Heta niha ti agahdariyên fermî li ser bidawîhatina mohleta Amerîkayê ya ji bo kirîna gaza Îranê negihiştine me.”

Berdevkê Wezareta Elektrîkê ya Îraqê Ehmed Mûsa Ebadî doh ji Tora Medyayî ya Rûdawê de ragihand:

“Heta niha ti agahdariyên fermî li ser bidawîhatina mohleta Amerîkayê ya ji bo kirîna gaza Îranê negihiştine me.

Wezareta Elektrîkê jî li gorî rênimayiyên fermî kar dike.”

Berdevkê Wezareta Elektrîkê ya Îraqê Ehmed Mûsa Ebadî da zanîn:

“Qebareya kirîna karebayê ji Îranê 1000 megawat e ku bi rêya çar xetan tê kirîn.

Li gel Tirkiye û Urdinê jî xetên veguhastina karebayê hene, her wiha em dixebitin da ku xetên veguhastinê bi welatên Kendavê re jî ava bikin.”

Ehmed Mûsa Ebadî da zanîn ku hewlek ji aliyê hikûmetê ve ji bo bidestxistina mohleta nû ya Amerîkayê heye û anî ziman:

“Heger bi ser nekeve û hikûmet biryarê bide, wê demê em dê kirîna gaza Îranê rawestînin.”

Ehmed Mûsa Ebadî derbarê bandora betalkirina mohleta Amerîkayê jî got:

“Bi dilniyayî dê bandor hebe lê em hewl didin peymana ku Wezareta Petrolê bi Tirkmenistanê re îmze kiriye, bi kar bînin ku li gorî peymanê rojane 20 milyon metre sêgoşe gaza şil ji wî welatî tê kirîn.”

Ebadî diyar kir ku rêkarên fermî hene ji bo îhtimala rawestandina gaza Îranê û got:

“Yek ji wan kirîna 600 metre sêgoşe gaza rojane ye ji aliyê Wezareta Petrolê ve ji bo stasyonên karebayê ye.”

Berdevkê Wezareta Elektrîkê ya Îraqê Ehmed Mûsa Ebadî derbarê projeyên din jî anî ziman:

“Em ji bo çêkirina platformên gaza şil dixebitin û hewl didin ku bi bikaranîna enerjiya rojê û çêkirina stasyonên hilmî ji bo bikaranîna gaza navxwe, kêmasiya karebayê temam bikin.”

"Bi du rêbazan dikare were çêkirin"

Berdevkê Wezareta Elektrîkê ya Îraqê derbarê veberhênana gaza navxwe da zanîn:

“Bi du rêbazan dikare were çêkirin ku ya yekem rawestandina şewitandina gazê ye ku niha ji sedî 70yê vê şewitandinê hatiye rawestandin û ji bo karebayê tê bikaranîn.

Ya duyem jî nûkirina karê kêlgeha gaza navxwe ye ku li gorî Wezareta Petrolê, ev pêvajo dê nêzîkî sê salan diajo.”

Ji sala 2018an ve, Amerîka bi dehan caran ji cezayên xwe yên ji bo Îraqê bihuriye da ku karibe enerjiyê ji Îranê bikire.

Ji ber cezayên Amerîkayê yên li ser Îranê, Hikûmeta Îraqê nikare pere bide Tehranê lê bi razîbûna Amerîkayê dixe hesabeke bankê û tenê ji bo armancên mirovî, destûr dide Îranê ku bi kar bîne.

 

Vî nûçeyê tevayî: 248 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:33:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x