Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî got, “Me pêwendiyên xwe bi dewletên dost û bira re li ser bingeha berjewendiyên hevpar û rêzgirtina ducare xurtir kirine, bi vê yekê jî me Îraq kiriye pira diyalog û hevkariyê.”
Foruma Hewlêrê ya Sêyemîn îro dest pê kir û dê heta 28ê vê mehê biajo.
Forum dê bi sernavê "Nedilniyayiyên Asêmayî di Paşeroja Rojhilata Navîn de" tê encamdan.
Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî vîdeoyek şand forumê û axaftina xwe bi vî awayî pêşkêş kir.
“Em dixebitin ku petrola xav bişînin Bendera Ceyhanê”
Wî qala pirsgirêka hinartina Petrola Kurdistanê da û got:
“Niha em kar li ser temamkirina rêkarên dikin da ku em petrola xav bişînin Bendera Ceyhanê û em rûpelekî nû li gel wan kompanyayan vedikin ku li Herêma Kurdistanê dixebitin.”
“Bi navê Xwedayê dilovan,
Birêzno, beşdarên hêja, silav li we hemûyan.
Ez kêfxweş im ku îro di vê forumê de bi we re diaxivim û spasiya xwe pêşkêşî Tora Medyayî ya Rûdawê dikim ji bo rêxistina vê bûyerê ku komeke bijarte ji kesayetiyên siyasî û fikrî ji bo gotûbêjkirina li ser mijar û meseleyên stratejîk kom kiriye. Ev mijar him ji bo Îraqê him ji bo herêmê û him jî ji bo cîhanê girîng in.
Bi rastî, sazkirina civînên bi vî rengî û di vê asta bilind de, ji aliyê beşdariyê ve, bê guman nîşana rabûna Îraqê û parastina jiyana demokratîk e.
Ev yek nîşan dide ku gotûbêja vekirî û diyaloga zelal beşeke bingehîn e di rêbaza me ya siyasî de. Ev yek jî xizmeta avakirina dewletê û daxwazên gelê me yên ji bo bidestxistina ewlehiyê û aramiyê dike.
Îro bi sedemê baweriya me bi demokrasiyê, me dawî li serdema şer û pevçûnê aniye ku em ji bo salên dirêj pê ve girêdayî bûn. Me gavên xwe avêtin ber bi serdema aştiyê, aramiyê û pêşketinê ve.
Îraq îro bi baweriya temam bi xwe, li gel civaka navneteweyî ber bi kamalbûnê ve gavan diavêje û ji ber dîtineke zelal ku li ser hevkarî û hevkariya karîger a bi dewletên dost û bira ve girêdayî ye û xebatê dike ji bo pêkanîna paşerojeke baştir bo gelê xwe.
Hikûmeta me di van her du salên borî de israr kiriye li ser şopandina siyaseteke ku li ser bingeha ‘Îraq berî her tiştî’ ava bûye. Em dixwazin berjewendiyên Îraqê û gelê wê di pêşiya pêşî ya karên me de bin. Ev tevî têkiliyên erênî bi welatên derdora me û civaka navdewletî re.
Me pêwendiyên xwe bi dewletên dost û bira re li ser bingeha berjewendiyên hevpar û rêzgirtina ducare xurtir kirine, bi vê yekê jî me Îraq kiriye pira diyalog û hevkariyê û li herêmê beşdarî vegerandina rola pêşeng bûye.
Ev jî di bin siya têgihiştinekê de ye ku wekî rêbazeke pratîkî em pê ve girêdayî ne û me navê ‘dîplomasiya berdar’ lê kiriye.
Lewma vekirina Îraqê di her du astên herêmî û navneteweyî beşek e ji wê rêbazê ku em li ser dixebitin da ku hevbendiyên xwe yên aborî berfirehtir bikin û sûdê ji şarezayiya navneteweyî wergirin ji bo xurtkirina aboriya niştimanî. Ev hewlên me bi tenê ne bi yek aliyê diyarkirî re ne lê hemû hevbeşên me yên di civaka navneteweyî li xwe digirin.
Em xurtkirina hevkariya xwe ya di hemû waran de didomînin da ku em karibin pêşkeftina berdewam û berjewendiyên dualî misoger bikin. Ji bo vê armancê me dest bi Projeya Rêya Bipêşketinê kiriye da ku em bibin pireke aborî, civakî û çandî di navbera Asya û Ewropayê de.
Her wiha me berdewam kar li ser xurtkirina hevkariya ewlehiyê û têkoşîna li dijî terorê kiriye û têkiliyên me yên xurt bi welatên endamên Hevpeymaniya Navneteweyî û li ser hemûyan jî bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re hene.
Em niha di qonaxa dan û standinên dualî de ne li gel wan dewletên ku endamên Hevpeymaniya Navneteweyî ne da ku em bikaribin çarçoveyeke zelal ji bo hevkariya dualî ya li dijî teror û tundiyê deynin û bi vî awayî ewlehî û aramiyê li Îraq û herêmê misoger bikin û ber bi têkiliyên dualî li gel hemû welatên endamên Hevpeymaniya Navneteweyî gavan biavêjin.
Ew mijarên ku di vê forumê de tên gotûbêjkirin, çi yên ku têkilî bi ewlehiya herêmê re hene, yan jî yên ku girêdayî pirsgirêk û astengiyên aborî ne, bi taybetî di warê enerjiyê û guherînên avhewayê de, yan jî aramiya siyasî û têkiliyên navneteweyî, hemû jî girîngiya karê hevbeş di navbera hemû aktorên siyasî yên navneteweyî û herêmî de ji bo rûbirûbûna astengiyan û xurtkirina hevkariyê ji bo bidestxistina pêşkeftina berdewam tekez dikin.
Vê kabîneya me karên zêde ji bo dîtina çareseriyên mayînde kirine, bi taybetî ji bo wan pirsgirêkên ku di navbera Bexda û Hewlêrê wekî 'pirsgirêkên asêmayî’ de dihatin nasîn. Me ew weguhastin derfetên hevkarî û pêşkeftinê.
Me şiya van pirsgirêkan ji çarçoveya siyasî derxin û bixin nava çarçoveya yasayî. Piştî ku hemwariya yasaya budceyê hat derbaskirin, niha em kar li ser temamkirina rêkarên hinartina petrola xav bo Bendera Ceyhanê dikin û em rûpelekî nû li gel wan kompanyayan vedikin ku li Herêma Kurdistanê kar dikin, bi awayekî ku beşdarî avakirina aboriya Îraqê bibin û mafên welatiyên Herêma Kurdistanê jî misoger bikin, ev jî bi rêya garantîkirina ku mafê xwe bê ti kêmasî di mûçe û mafên wan ên darayî yên din de wergirin.
Beşdarên hêja,
Îro herêma me ji guherînên mezin derbas dibe ku di dehsalên borî de mînaka wê nebûye. Herêmên Xeze û Libnanê şahidê şerekî bêrehmane bûne ku hêzên dagirker li wan her du deveran pêk anîn û tê de hemû pêdiviyên jiyanê kirine armanc.
Me jî hemû hewlên xwe xistin holê ji bo ku Îraqê ji agirê vî şerî dûr bigirin, li gel alîkariya birayên xwe li Libnan û Filistînê bi şandina alîkariyê û banga me li civîn û konferansên navneteweyî de ji bo rawestandina vî şerî.
Ji ber girêdayîbûna xwe bi piştgiriya aramiya herêmê re, me piştgiriya xwe ji bo gelê Sûriyeyê û mafê wî di diyarkirina çarenivîsa xwe de daye zanîn û me ji bo hemû wan pêşxistinên ku em bawer dikin dê bibin alîkar di vegerandina ewlehî û aramiyê ji bo Sûriyeyê piştgirî daye. Ev jî ji baweriya me bi hevçarenivîsî û pêwîstiya xurtkirina hevpiştiya Erebî û herêmî tê.
Ez careke din spasiya xwe ji bo hemû we hêjayan ducare dikim û hêvî dikim ku ev kongre serkeftî be û bi çend raspardeyan bi dawî bibe ku karin xizmetê bikin ji bo Îraq û herêmê.
Silav û rehmet û bereket li ser we bin.”