Agirbesta Hemas û Îsraîlê careke din hat dirêjkirin

Hemas û Îsraîlê agirbesta ku ev demek e berdewam dike 24 saetên din dirêj kirin.

30.11.2023, Per - 06:45

Agirbesta Hemas û Îsraîlê careke din hat dirêjkirin
Nuçe Belav bike

Ev cara duyemîn e ku agirbesta di navbera Hemas û Îsraîlê de tê dirêjkirin.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyeke xwe de li ser dirêjkirina agirbestê got:

“Di çarçoveya xebatên navbeynkariyê yên ji bo dewamkirina pêvajoya berdana dîlan û li gorî şertên peymanê, agirbest dê berdewam bike.”

Di çarçoveya peymanê de, ji Hemasê tê xwestin ku ji bo her rojeke zêde ya rawestandina şer herî kêm 10 dîlan berde.

Ji Hemasê daxuyanî

Hemasê jî li ser mijarê daxuyaniyek da û anî ziman, “Me li hev kir ku agirbest di roja 7emîn de bê dirêjkirin.”

Qetera ku di navbera Hemas û Îsraîlê de navbeynkariyê dike daxuyanî da û piştrast kir ku “navbera mirovî” hatiye dirêjkirin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Qeterê Mecîd El-Ensarî di daxuyaniya xwe ya ji bo QNAya ajansa nûçeyan a fermî ya Qeterê de diyar kir ku di bin heman şert û mercan de agirbest rojeke din hat dirêjkirin.

Dirêjkirina agirbestê bi navbeynkariya Qeter, Misir û Amerîkayê pêk hat.

Xebatên navbeynkariyê yên ji bo agirbesteke mayînde berdewam dikin.

Ji destpêka agirbestê ve heta niha 70 dîlên Îsraîlî hatine berdan.

Herwiha li derveyî peymana agirbestê 3 welatiyên xwedî du welatîname û 24 biyaniyên din ji aliyê Hemasê ve hatin berdan.

Li hemberî vê yekê 210 Filistînî ji girtîgehên Îsraîlê hatin berdan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 237 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:29:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x