Amerîka: Di şerê Hemas û Îsraîlê de 22 welatiyên me hatine kuştin

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê piştrast kir ku 22 Amerîkî di şerê Hemas û Îsraîlê de hatine kuştin.

12.10.2023, Per - 07:27

Amerîka: Di şerê Hemas û Îsraîlê de 22 welatiyên me hatine kuştin
Nuçe Belav bike

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê piştrast kir ku 22 Amerîkî di şerê Hemas û Îsraîlê de hatine kuştin.

Herwiha Şêwirmendê Ewlehiyê ya Niştimaniya Amerîkayê Jake Sullivan jî ragihand:

“Nêzîkî 20 Amerîkî jî wenda ne, tê gumankirin ku di nav dîlan de bin.”

Serokê Amerîkayê Joe Biden jî doh diyar kiribû ku di êrişa Hemasê ya li Îsraîlê de 14 Amerîkî hatine kuştin.

Çekdarên Hemasê 7ê vê mehê êrişeke bejahî, hewayî û deryayî li dijî Îsraîlê ya bi navê “Tofana Eqsayê” da destpêkirin.

Îsraîlê ji demê ve li dijî Xezeyê dest bi êrişeke dijber kir.

Heta niha ji her du aliyan zêdetirî 2 hezar kesî hatine kuştin û bi hezaran kes jî birîndar bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 261 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:38:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x