Li gorî medyaya Hûsiyan, operasyonan gundê Benî Heşîş li bakur-rojhilatê Sen’ayê, Çiyayê Fec Atan û Nuqum û taxa Hawar li bajarokê Hemdanê kirin armanc.
Diyar kir jî, pênc êrîşên asmanî li Benî Heşîşê baregeheke leşkerî ya di bin kontrola Hûsiyan de bombebaran kirin û li baregehekê li Çiyayê Nuqumî yê li rojhilatê bajêr da. Herwiha sê êrîşên din ên asmanî li depoyeke mûşekan li Çiyayê Fec Atan li rojavayê Sen’ayê pêk anîn.
Herwiha du êrîşên asmanî baregeheke leşkerî ya nehênî ya Hûsiyan li zeviyekê li herêma Hawarê ya bajarokê Hemdanê li bakurê Sen’ayê bombebaran kirin.
Ji nîvê Adara 2025an ve, Hûsiyan ji nû ve destpêkirina êrîşên deryayî yên li ser keştiyên bazirganî yên li Deryaya Sor, piştî rawestandina çend mehan ragihand.
Ji aliyê xwe ve, Amerîkayê dîsa dest bi êrîşên asmanî yên tund li ser çend parêzgehên di bin kontrola Hûsiyan de li bakur û rojavayê Yemenê kir û tekez kir ku ew ê gefên li ser ewlehî û selametiya keştiyan li deryayê qebûl neke.