Amerîkayê destûr da bi qasî 7,4 milyar dolarî çek bifiroşe Îsraîlê

Birêvebiriya Amerîkayê destûr da ku bi bi qasî 7,4 milyar dolarî çek bifroşe Îsraîlê.

08.02.2025, Cts - 07:14

Amerîkayê destûr da bi qasî 7,4 milyar dolarî çek bifiroşe Îsraîlê
Nuçe Belav bike

Li gorî agahdariya ku ji aliyê Ajansa Parastin, Ewlehî û Hevkariyê ya girêdayî Pentagonê ji Kongreyê re hat şandin, Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê destûr daye bi bihayê 7,4 milyar dolarî çekên nû bifiroşe Îsraîlê.

Di nav wan de gelek mûşek, bombe, cebilxane û amûrên pêwendîdar ên leşkerî hene.

Destûrdayîna firotina van çekan ket heman dema serdana Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ya Washingtonê.

Ji bo firotina çekan a welatên biyanî ya ku birêvebiriya Amerîkayê destûr daye û agahdariya fermî ji Kongreyê re şandiye, di nav de welatên endamên NATOyê, Koreya Başûr, Awistralya, Japonya, Îsraîl û Zelandaya Nû demeke qanûnî ya 15 rojan heye ji bo îtîrazê.

Di vê demê de eger ji Kongreyê re îtîrazek ji bo astengkirina vê firotinê neyê, pêvajoya destûrê ya firotinê temam dibe.

 

Vî nûçeyê tevayî: 429 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:40:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x