Amerîka û Brîtanya careke din sizayan dixin ser Hemasê

Ji bo cara sêyê piştî êrîşa Bizava Hemasê, Amerîka û Brîtanya sizayan dixin ser Bizava Hemasê û komên cîhadî yên Îsalmî.

15.11.2023, Çar - 07:26

Amerîka û Brîtanya careke din sizayan dixin ser Hemasê
Nuçe Belav bike

Roja Sêşemê, 14ê Mijdara 2023ê, Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê ragehand ku piştî êrîşa 7ê Cotmehê li ser Israîlê, wan ji bo cara sêyê siza xistine ser hejmareke berpirsên bilind ên Bizava Hemasê û wê mîkanîzma Îran tê de arîkariyan ji bo Hemasê û komên cîhadî yên Îslamî dabîn dike.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken eşkere dike ku wan bi hevahengiya Brîtanyayê siza xistine ser du komên çekdar ên Filistînê, ku Îran bi rêya artêşa Pasdaran pere û çekan ji bo wan terxan dike û rahênanan pê dike.

Kesek bi navê Nasir Ebu Şerîf di nav wê lîsta sizayan de hatiye ku nûnerê cîhada Îslamî ye ji bo Îranê. Herwesa navê cihekî pereguhertinê jî di wê lîsta sizayan de hatiye ku karê veguhastina pereyî di navbera Hemasê û Îranê de kiriye. Li gor Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê, samanê Hemasê digehe bi sedan milyon dolaran.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 254 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:15:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x