Akademîsyen û pisporê rûsî Prof. Dr. Aleksandr Dugîn di hevpeyvîna xwe de ragihand ku Amerîka tekez piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dike, lê dixwazin ji Sûriyeyê dest pê bikin.
Akademîsyen û pisporê rûsî Prof. Dr. Aleksandr Dugîn di hevpeyvîna xwe ya kanala Haberturkê de got: "Amerîka tekez piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dike, lê dixwazin ji Sûriyeyê dest pê bikin. Heke em bi Îran, Iraq, Tirkiye û bi Sûriyeyê re werin cem hev û pêşniyareke ku kurdan qanih bike pêşkêş bikin em ê bikaribin ewlehiya xwe saz bikin."
Aleksandr Dugîn di berdewamiya hevpeyvîna xwe de got: "Nabe em guvaşan li nasnameya kurdan bikin. Çi qas em vê bikin wê herintêkevin destê Amerîka û Îsraîlê. Şerekî baş dikin, divê em nehelin bibin quqlayê emperyalîzma Amerîkayê. Divê Sûriye yekperçe bimîne û mafê hemû pêkhateyan were garantîkirin."
Dugîn di dirêjiya hevpeyvîna xwe de got: "Niha Qeter û Erebîstana Siûdî li ber ketine ne û hemû qert di destê me de ne. Divê em spasiya Amerîkayê bikin û bi hev re bêjin ji Rojhilata Navîn here. Ev yekemîn rêya çareserî ya kurdên Sûriyeyê ye. Li gorî min Amerîkayê sedî sed piştgiriya serxwebûna Kurdistanê kir, lê ne li Iraqê li Sûriyeyê vî tişî dike. Amerîka li Sûriyeyê projeya xwe ya Kurdistanê dide destpêkirin. Barzanî ev fêhm kir. Ji xwe armanca Barzanî ne ragihandina serxwebûnê bû. Dixwest bi xurtî li ser maseya muzakereyan rûnê.