Wezîra Derve ya berê ya Swêdê Ann Linde got, divê Yekîtiya Ewropayê bi Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê re hevkariyeke stratejîk deyne.
Wezîra Derve ya berê ya Swêdê Ann Linde doh 16ê Nîsanê ji ajansa K24ê re got: “Ne diyar e ka dê li Sûriyeyê çi bibe. Rast e ku dîktator tune ye, lê em ne piştrast in ka pêşeroja Sûriyeyê dê çawa be.”
Ann Linde got jî: “Ez hêvî dikim ku rewşa Sûriye û Libnanê jî baştir bibe, lê ya herî girîng rewşa Xezzeyê ye. Êrîşa terorîstî ya 7ê Cotmeha 2023an tirsnak bû, lê tiştê ku Îsraîl dike ne parastina xwe ye, lê sûcê şer e. Zêdetirî 50 hezar Filistînî hatine kuştin, hemû Xezze wêran bûye. Piraniya kesên ku hatine kuştin sivîl in. Divê ew Filistînê wek dewleteke serbixwe nas bikin.”
Li ser rewşa kurdan jî got: “Tiştê ku li Rojavayê Kurdistanê hatiye kirin pesindar e û ew karîne karekî baş bikin. Kurdên li Iraqê gelek qurbanî dane, bi taybetî di şerê li dijî DAIŞê de.”
Tekez kir jî: “Bê guman Kurd li Rojhilata Navîn, bi taybetî di warê bazirganiyê de, xwedî roleke mezin in. Herêma Kurdistanê kariye di gelek mijaran de vekirî be û li gorî yasayên navdewletî tevbigere.”
Wezîra Derve ya berê ya Swêdê got jî: “Herêma Kurdistanê xwedî karîneke mezin e ji bo pêşketinê.”