Artêşa Îsraîlê li dijî Lubnanê êrîş da destpêkirin

Di daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îsraîlê de hat gotin "Artêşa Îsraîl niha êrîşî Lubnanê dike. Em ê paşê hûrgiliyan eşkere bikin."

07.04.2023, Cum - 05:41

Artêşa Îsraîlê li dijî Lubnanê êrîş da destpêkirin
Nuçe Belav bike

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyê de ti agahiyên din nehatin neda.

Li aliyê din çapemeniya Lubnanê ragihand ku artêşa Îsraîlê herêmeke nêzî kampa penaberên Filistînî er-Raşadiye ya li başûrê Lubnanê bombebaran kir.

Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku balafirên şer ên Îsraîlê herî kêm 3 mûşek avêtin derdora er-Reşadiye ya bajarê Sûrê.

Li gorî zanyariyên destpêkê, ziyanên canî çênebûne, hat ragihandin ku pirek û gelek xanî zirar dîtine.

Îsraîlê êrîşên esmanî yên nû birin ser xalên cuda yên Xezzeyê

Balafirên şer ên Îsraîlê êrîşên esmanî yên nû li dijî deverên cuda yên Xezzeyê pêk anîn.

Li gor agahiyên ku ji şahidan hatin girtin, balafirên şer ên Îsraîlê hin nuqteyên leşkerî yên komên Filistînî kirin hedef.

Xaleke leşkerî ya li rojhilatê bajêr bû hedefa gelek mûşekan. Di êrîşê de derbarê mirî û birîndaran de agahî nehat dayîn, mal û zeviyên derdorê xisar dîtin.

Artêşa Îsraîlî her wiha ragihand ku wan çekeke giran a ku li dijî gulebarankirina balafiran tê bikaranîn kirine armanc.

Li aliê din grûpên Filistînî jî ji Xezeye bi mûşekan bersiv didin Balafiên Îsraîlê.

Çi bûbû?

Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji Lubnanê çend roket avêtin herêmên bakurê welêt û sîrenên hişyariyê jî li herêmên bakurê welêt hatin aktîfkirin.

Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê ragihand ku di êrîşê de 34 roket hatine avêtin. Artêşa Îsraîlê da zanîn ku danê êvarê 3 topên hawanê ji Libnanê ber bi bakurê Îsraîlê ve hatin avêtin.

Servîsa lezgîn a Stêrka Sor a Dawud jî parve kir ku Îsraîlîyek ku şarapnelê lê ket bi sivikî birîndar bû û kesek din jî dema ku direvîya stargehê birîndar bû.

Artêşa Îsraîlê ragihandibû ku êrîşên bi roketan ji aliyê endamên Hamasê yên li Lubnanê ve hatine kirin û Hamas sûcdar kiribû.

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku hikûmeta Lubnanê jî berpirsyar e ji avêtina roketan ji xaka xwe bo Îsraîlê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 174 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:07:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x