Artêşa Iraqê ji 4 eniyan ve êrîşî rojavaye mûsil dike

19.02.2017, Paz - 11:59

Artêşa Iraqê ji 4 eniyan ve êrîşî rojavaye mûsil dike
Nuçe Belav bike

Bi fermana Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê Heyder Ebadî operasyona rojavayê Mûsilê dest pê kir û Artêşa Iraqê ji çarl milan ve berbi bajêr ve pêşve diçin.

Fermandarê Operasyonên Nînowayê Necîm Cuburî ji Rûdawê re ragihand; “Hêzên me ji 4 eniyan ve dest bi êrîşê kirin. Armanca me ew e, ligel Fermandariya Hêzên Çekdar û hêzên Wa Hatin Nînowa, li gorî plana hatiye danîn di demekê herî nêzîk de rojavayê Mûsilê kontrol bikin.”

Necîm Cuburî herwiha da zanîn, ku hêzên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê jî bi firoke û topxaneyênx we beşdarî operasyonê dibin û got; “Topxaneyên hevpeymanan vê sibê li rojavayê Mûsilê girtîgeheke DAIŞê kirine amanc. Di dema topbaranê de girtiyên nav vê zîndanê reviyane.”

Fermandariya Hêzên Çekdarên Iraqê di daxuyaniyekê de eşkere kir, ku armanca wan a sereke rizgarkirina xelkê sivîl e. Herwiha da zanîn, ku pêşmerge weke hêzeke piştevaniyê li pêgehên xwe dimînin û eger êrîşeke ji nişkê ve bibe dikarin destwerdanê bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1302 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:15:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x