ASTANA - Nûnerê Sûriyê: Ji bo me sûprîzek hebû

“Em nabin beşek ji senaryoya têkbirina vê civînê. Hinek komên li vê derê nûneriya hêzên derve dikin. Ew ji bo agirbesta Sûriyê nehatine. Ji bo Astanayê çend xal hatibûn destnîşankirin, nabe em derkevin derveyî van xalan.”

23.01.2017, Pts - 13:18

 ASTANA - Nûnerê Sûriyê: Ji bo me sûprîzek hebû
Nuçe Belav bike

Serokê şanda hikûmeta Sûriyê Beşar Ceferî vexwendina Serokê Şanda Dijbereya Sûriyê Mihemed Elûş ji bo Astanayê rexne kir û got; “Ji bo me sûrîz bû, ku serokê grûbên terorîstî jî hatibûne vê derê. Em nehatine ligel terorsîtan rûnin.”

Serokê şanda hikûmeta Sûriyê Beşar Ceferî beriya destpêkirina hevdîtinên Astanayê ji rojnamevanan re axivî û diyar kir, ku ew ji bo çareseriya pirsgirêkan hatine Astanayê lê dibînin, ku ew kesên navên wan di lîsteyan de nebûn hatine vexwendin.

Beşar Ceferî vexwendina Serokê Şanda Dijbereya Sûriyê Mihemed Elûş ji bo hevdîtinan rexne kir û wiha got:

“Em li ser vexwendina Rûsya û Îranê hatine vê derê lê ji bo me sûrîz bû, ku serokê grûbên terorîstî jî hatibûne vê derê. Em nehatine ligel terorsîtan rûnin. Ew nûneriya aliyekê li Sûriyê nakin. Ew hatine vê civînê têk bidin.”

Ceferî diyar kir, ku gotara Mihemed Elûş jî li ser agirbestê nebûye û tenê ji bo reşkirina tekoşîna hikûmeta Sûriyê ya li hember terorîstan bûye û got; “Gotara wî tenê ji bo têkdanê bû. Li dijî Sûriyê komployek navdewletî tê kirin. Bereya Nûsra li Wadî Berada tawanên mirovî pêk anî. Lê serokê koma terorîst parastina vê yekê dike. Hemû kes jî dizane ku Bereya Nûsra ne di çarçoveya agirbesta Sûriyê de ye.”

Serokê şanda hikûmeta Sûriyê diyar kir, ku wan tenê gotarên xwe yên siyasî pêşkeş kirine û hîn danûstandinan dest pê nekirine û wiha berdewam kir:

“Em nabin beşek ji senaryoya têkbirina vê civînê. Hinek komên li vê derê nûneriya hêzên derve dikin. Ew ji bo agirbesta Sûriyê nehatine. Ji bo Astanayê çend xal hatibûn destnîşankirin, nabe em derkevin derveyî van xalan.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1580 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:36:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x