Avakirina lîwayeke Kurdî ya girêdayî Heşdî El Şeibî hîç nayê qebûlkirin

Di derbarê çêkirina lîwayeke Kurdî ya girêdayî Heşdî El Şeibî de rayedarên Kerkûkê û fermandarên pêşmergeyan diyar kirin ku ev agahî ne rast in û gotin, "Em ê tu caran destûrê nedin tiştekî wisa."

31.01.2017, Sal - 14:00

Avakirina lîwayeke Kurdî ya girêdayî Heşdî El Şeibî hîç nayê qebûlkirin
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeyeke Rojnewsê Serokê Desteya Parastinê yê bajarê Kerkûkê û Azad Cebarî û berpirsê eniya rojavayê Kerkûkê yên hêzên pêşmerge Kemal Kerkûkî di derbarê avakirina lîwayeke Kurdî ya girêdayî Heşdî El Şeibî de axivîn û gotin ew ê tu caran destûrê nedin tiştekî wisa.

Cebarî di derbarê mijarê de got, "Ev îdia bê bingeh in. Hêz û aliyên siyasî yên bajêr ev mijar nîqaş kirine. Bi tu awayî ji bo vî tiştî destûr nayê dayîn. Ji ber ku hêzên pêşmerge parastina Kerkûkê dikin."

Cebarî derbirî ku ger lîwayeke wisa were avakirin wê zirarê bide eniyên şer ên pêşmergeyan û loma jî tiştekî wisa hîç nayê qebûlkirin.

Berpirsê eniya rojavayê Kerkûkê yê hêzên pêşmerge Kemal Kerkûkî jî di vî warî de da zanîn ku li ser avakirina vê lîwaya Kurdî gelek tişt tên gotin û wisa berdewam kir: "Ger ku hewldaneke ji bo avakirina lîwayeke Kurdî ya girêdayî Heşdî El Şeibî hebe, em ê qet destûrê nedinê. Li ser sînorê bajarê Kerkûkê û Başûrê Kurdistanê cihê wan tune ye û wê tune be jî."

Kerkûkî dest nîşan kir ku hebûna Heşdî El Şeibî ya li ser sînorê bajarê Kerkûkê ji bo bajêr û hêzên pêşmerge metirsî ye û got, "Ji bo vê yekê jî em bi tu awayî destûrê nadin ku lîwayeke Kurdî ya girêdayî Heşdî El Şeibî were avakirin."

Her wiha li gorî heman nûçeyê berdevkê Heşdî El Şeibî yê li sînorê Kerkûkê û navçeya Xurmatûyê Elî Haşîm agahiyên di derbarê avakirina lîwayeke Kurdî ya girêdayî Heşdî El Şeibî de ne derewandin ne jî pişt rast kir û got, "Ji bo avakirina lîwayeke wisa ya Kurdî em nikarin bibêjin rast e jî em nikarin bibêjin ne rast e jî."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1288 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:39:50
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x