Baregehên Amerîka li Sûriye û Iraqê rastî êrîşên bi dronan hatin

Grûpên çekdaran bi dronan êrîşî baregehên Amerîka li Iraq û Sûriyeyê kirin û li gorî Pentagonê, hejmarek leşkerên Amerîkî birîndar bûne.

27.01.2024, Cts - 07:20

Baregehên Amerîka li Sûriye û Iraqê rastî êrîşên bi dronan hatin
Nuçe Belav bike

Ajansa “Reuters” li ser zarê berpirsên payebilind ên Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand, Di 24 demjimêrên borî de, grûpên milîsan ên Îraqî yên Îran piştevaniya wan dike, bi dronan êrişî baregehên Eyn Esed li rojavayê parêzgeha Enbarê, kêlgeha Konîko û gundê EL-Xedra li parêzgeha Dêrazorê ya Sûriyeyê kirin.

Li gorî berpirsên Pentagonê, di êrîşan de hejmarek ji karmendên Amerîkî di wan êrîşan de bi sivikî birîndar bûne.

Ji aliyê xwe ve, grûpa bi navê “Berxwedana Îslamî li Iraqê” ragihand, wan duhî Înê baregeha Eyn El-Esed li Enbarê û îro şemiyê danê baregehên Amerîkayê li kêlgeha Konîko û gundê EL-Xedra li parêzgeha Dêrazorê bi dornan kirine armanc.

Di dema borî de û piştî şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de, êrîşên li ser baregehên leşkerî yên Amerîkayê li Sûriye û Iraqê zêde bûne. Di bersivê de jî, Amerîka jî çend caran baregehên grûpên çekdaran li Iraqê kirine.

Berpirsên Pentagonê pêştir ragihandibûn, di navbera Comeha 2023 û 20ê Çileya 2024an de, nêzîkî 70 leşker di êrîşên dron û mûşekan de birîndar bûne. Lê piraniya wan piştî wergirtina dermankirinê vegeriyane ser karên xwe, ji bilî hejmareke kêm jî hîn di bin çavdêriya bijîşkî de ne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 168 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:17:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x