Berdevkê Wezareta Derve ya Qeterê: Em piştgiriya diyaloga navbera aliyên Iraqê dikin

Berdevkê Wezareta Derve ya Qeterê ragihand, welatê wî piştgiriya diyaloga navbera aliyên Iraqê ji bo çareserkirina pirsgirêkan dike. Herwiha piştgiriya Dohayê ji bo parastina serwerî û bextewariya gelê Iraqê dupare kir.

20.09.2023, Çar - 06:14

Berdevkê Wezareta Derve ya Qeterê: Em piştgiriya diyaloga navbera aliyên Iraqê dikin
Nuçe Belav bike

Berdevkê Wezareta Derve yê Qeterê Mecîd Ensarî duhî li New Yorkê re ji K24ê re ragihand, Qeter hertim piştevaniya diyaloga navbera aliyên Iraqê dike û pêşwaziyê li her hewlekê bo parastina serwerî û xweşguzariya welatiyên Iraqê dike.

Ensarî got: “Civîna bilind a vê hefteyê ya li New Yorkê bê guman dê bibe hokarek ji bo welatên cîhan yekgirtî bin, vekirî gotûbêjan bikin û gavan ber bi çareserkirina pirsgirêkan bavêjin.”

Ensarî diyar kir: “Me îro di gotarên beşdarên civînên Komela Giştî de dît ku dîtina çareyan ji pirsgirêkên heyî yên cîhanê re çiqas zehmet e. Beşek ji beşdaran li ser teknolojî û zîrekiya destkird, hinekan jî li ser ewlehî, enerjî û xwarinê axivîn.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Qeterê got: “Mîrê Qeterê di gotara xwe de bal kişand ser girîngiya dîtina çareseriyên aştiyane ji bo piraniya pirsgirêkên cîhanê, wek mînak pirsgirêkên Sûriye, Filistîn, Lubnan, Yemen, Afxanîstan û şerê Ukraynayê. Divê cîhan li hev li ser van mijaran rûnin û guftûgo bikin. Em hêvî dikin ku sozên hatine dayîn, bibin kiryar û pirsgirêk bên çareserkirin.”

Derbarê rewşa Iraqê de Ensarî got: “Me hertim piştevaniya birayên xwe yên li Iraqê kiriye û piştevaniya diyaloga di navbera aliyan de kiriye. Birêz Mîrê Qeterê di gotara we got: Divê diyalog hertim şûna nakokî û rûbirûbûnê bigire. Pêwendiyên me yên kûr ligel birayên me li Iraqê hene û piştgiriya serwerî, yekrêzî û xweşguzariya welatiyên dikin û Qeter pêşwaziyê li her hewlekê di vî warî de dike.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 296 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:47:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x