Îbrahîm Biro : em beşdarê konferasa Moskow nabin .

Serokê Encumena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro diyar kir, ew beşdarî “Konferansa Kurdî” ya ku dê li Moskowê bê lidarxistin nabin.

14.02.2017, Sal - 18:39

Îbrahîm Biro : em beşdarê konferasa Moskow nabin .
Nuçe Belav bike

Serokê Encumena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro diyar kir, ew beşdarî “Konferansa Kurdî” ya ku dê li Moskowê bê lidarxistin nabin.

Îbrahîm Biro aşkere kir, ew tevli civîna ku dê sibê li Moskowê ji 4 perçeyên Kurdistanê kurd beşdar bibin, nabin û li ser civînê daxuyaniyek da.

Biro diyar dike, ku di derheqê civînê de ti agahiyek nedane wan û dibêje: “Heta niha ne ji Wezareta Derve ya Rûsyayê, ne ji baregeha esmanî ya Rûsyayê ya li Himeymîmê, ne jî ji Konsulxaneya Rûsyayê ya li Hewlêrê ti vexwendnameyek me wernegirtiye.”

Biro li ser pirgirêkên ENKSê ya bi PYDê re dibêje: “Heta ku pirsgirêkên me yên bi PYDê re çareser nebin, ango pirsgirêkên mijarên hevkariya leşkerî û siyasî û yên din çareser nebin, ne mimkun e ku em bi PYDê re bi awayekî surprîz bêne ba hev.”

Li ser derbasbûna Leşkerên Rojê (Pêşmergeyên Rojava) bo Rojavayê Kurdsitanê jî Biro dibêje: “Di derheqê vê mijarê de hin hêzên navdewletî hewl didin. Lê heta niha ji bo derbasbûna pêşmergeyên me, ti nîşaneyek derneketiye holê. Eger pêşmerge derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe, ev yek bi hevpeymaniya navdewletî dê pêk bê. Eger na, ev dê bibe sedema şer û pevçûnê.”

Biro destnîşan dike, ku di dawiya meha Sibatê de dê biçe Amerîkayê û bi Wezareta Derve ya Amerîkayê û bi hin navendên lêkolînê re hevdîtinan pêk bîne û dibêje: “Em wisa pêşbînî dikin ku serdan hefteyek berdewam be. Me xwestibû bi rêveberiya nû ya Amerîkayê re hevdîtinekê pêk bînin. Li ser vê daxwaza, Wezareta Derve ya Amerîkayê em vexwendin Amerîkayê.”

Li gorî agahiyan, aliyên ku ji bo konferansa Moskowê hatine vexwendin ev in:

Ji Rojavayê Kurdistanê Hevseroka PYDê Asya Ebdullah, Serokê Rêveberiya Encumena Kantona Kobanî Enwer Muslim û Nûnerê PYDê yê li Moskowê Ebduselam Elî.

Ji Bakurê Kurdistanê Parlementerê HDPê Osman Baydemîr.

Ji Başûrê Kurdistanê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Gorran.

Herwiha hat zanîn, ku ti partiyeke Rojhilatê Kurdistanê bo vê konfransê nehatiye vexwandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1505 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:39:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x