Dabeşbûyîna Iraqê alîkariyên mirovî dixe zorê!

Sekreterê Giştiya Konseya Penaberan ya Norwêcî Jan England destnîşan kir ku Iraq di aliyê mezhebî, olî û çandî de hatiye dabeşkirin û ev yek jî berî li alîkariyên mirovî digire.

16.11.2017, Per - 09:49

Dabeşbûyîna Iraqê alîkariyên mirovî dixe zorê!
Nuçe Belav bike

Sekreterê Giştî yê Konseya Penaberên Norwêcî Jan Egeland hişyariyê ji têkçûna rewşa mirovî li Iraqê dide, ew jî bi sedema kêşeyên taifî û dibêje: "Iraq bi temamî li ser astê olî, taifî û çandî dabeş bûye, bi vê yekê jî karên alîkariya miroyî wê bi temamî zehmet bibe."

Jan Egeland diyar kir, ew tiştê li Iraqê bûye, ne tenê şermezarî ye, lê kêmbînî û bê pilaniya civaka Navdewletî ye, bi qasî giringiye didin cengê, ew qasî giringiyê bi rewşa mirovî li Iraqê nadin.

Di berdevamiya axaftina xwe de Jan Egeland dide zanîn ku ev rewş bûye sedem ku ji nû ve avakirina bajarê Mûsilê herî kêm bi 5 salan pêdivî heye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1507 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:11:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x