Li gorî ofîsa serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di pêwendiyeke telefonî ya li gel Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim de her cure destwerdanek di rewşa Şingalê de red kiriye û tekez kiriye ku tenê Hêzên Pêşmerge û hêzên fermî yên Iraqê dikarin rewşa ewlehiya Şingalê îdare bikin.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yidirim pêwendiyeke telefonî pêk anîn û li ser çend mijaran gotûbêj kirin.
Hat ragihandin ku Ebadî di wê pêwendiya telefonî de behsa operasyona leşkerî ya li Mûsilê kiriye û ew yek zelal kiriye ku zêdebarî hejmara zêde ya awareyan lê belê operasyon bi başî birêve diçe û hikûmeta Iraqê jî pêdawîstiyên awareyan dabîn dike.
Di daxuyaniyê de tê gotin, ku Ebadî û Yildirim li ser rewşa Şingalê jî gotûbêj kirine û Ebadî ji Yildirim re ragihandiye: "Hêzên navendî yên Iraqê bi hevkariya Pêşmerge îdareya rewşa ewlehiya Şingalê dikin û hikûmeta Iraqê rê bi ti cure destwerdanekê di wî warî de nade".