Erebistana Siûdî bang li civaka navneteweyî dike ku binpêkirinên Îranê rawestîne

Erebistana Siûdî bi tundî êrîşên Îranê yên li ser xaka Herêma Kurdistanê şermezar kir û daxwaz ji civaka navdewletî kir ku rê li binpêkirinên Îranê bigire.

29.09.2022, Per - 11:54

Erebistana Siûdî bang li civaka navneteweyî dike ku binpêkirinên Îranê rawestîne
Nuçe Belav bike

Wezareta Derve ya Erebistana Siûdî îro roja pêncşemê 29.09.2022an di daxuyaniyekê de ragihand, Erebistana Siûdî bi tundî êrişa Îranê ya li ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku di encamê de çend hemwelatî hatin kuştin û birîndarkirin şermezar dike.

Wezareta Derve ya Erebistana Siûdî wiha gotiye: "Em êrîşên ku dibin sedema têkdana aramî û ewlehiyê li Iraqê bi temamî red dikin û tekez dikin ku civaka navdewletî divê bi cidî li binpêkirinên Îranê bigire, ku berevajî hemû pîvan û yasayên navdewletî ne."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 444 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:00:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x