Esed daxwaza bihev guhertina girtiyan li opozîsyonê dike

Rejîma Sûriyê ragehand ku, ew amade ne girtiyên di zindanên wê li gel girtiyên ji aliyê Opozîyona Sûriyê ve bi hev re biguherin.

14.02.2017, Sal - 06:20

Esed daxwaza bihev guhertina girtiyan li opozîsyonê dike
Nuçe Belav bike

Li gor nûçeya Televizyona fermî ya Sûriyê El-Ixbariya li ser zarê jêdereke femî ku, nexwest nave wî aşkere bibe ragehandî ku, rejîma wî welatî amade ye girtiyên di zindanên xwe de ji siyasiyan, çalakvan û welatiyên sivîl li gel girtiyên ku, ji aliyê grûpên çekdar ên Opozîsyona welatî ve hatibûne girtin bi hev re biguhere.

Li gor heman jêdeî ew bi hevguhertin pêwîste di çarçoveya civînên Astanatê de ji aliyê hemû welatên serpereştiya civînan dikin were gotûbêjkirin.

Tê zanîn ku, rêxistina Lêborîna Navnetewî "AMNESTY" raporek derbarê girityên di zindanên rejîma Sûriyê de belav kirbû, tê de ragehandibû ku, di navbera salên (2011-2015)ê de 13e hezar girtî di zindanên rejîma Sûriyê de bi kom hatine kuştin.

Ji aliyê xwe de Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed bersiva raporê dabû û ew yeke redkiribû, piştî wê jî heman rêxistinê bersiva Esed wiha giribû:"Eger raopr ne raste deriyên zindanan li pêşiya çavdêran veke."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1300 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:13:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x