Esed: Em rê nadin Rêxistina Lêborîna Navdewletî (AMNESTY) serdana Sûriyê bike.

Serokê Sûriyê dibêje, ne ji mafê welatên rojava ye ku pêşeroja Sûriyê destnîşan bikin. ew tenê mafê miletê wî welatî ye.

17.02.2017, Cum - 09:22

 Esed: Em rê nadin Rêxistina Lêborîna Navdewletî (AMNESTY) serdana Sûriyê bike.
Nuçe Belav bike

Serokê Sûriyê dibêje, ne ji mafê welatên rojava ye ku pêşeroja Sûriyê destnîşan bikin. ew tenê mafê miletê wî welatî ye.

Serokê Sûriyê Beşar Esed di hevdîtnekê de ligel du kenalên Frensî got ku, nabe welatên rojava biryarê bidin ka wê çi ji Sûriyê re baş be, Beşar Esed yan DAIŞ.

Got jî, vegerandina Heleb di jêr kontrola hikumetê de gaveke giring bû, lê hîn zû ye ku behsa serkeftina dawî ya şerê wan li dijî terorê bikin.

Esed tekezî li ser wê yekê kir, ewê tevahiya xaka Sûriyê kontrol bike.

Esed derbarê biryara Serokê Amerîka Donald Tramp ya qedexekirina vîzayê de got, ew biryar ne li dijî miletê Sûriyê ye, tevî ku ew biryar Sûriyan jî li xwe digire.

Esed derbarê piştevaniya Rûsya ji welatê wî re jî got ku, Rûsyê li Sûriyê ti gav bê wan neavêtin û ne ji piştevaniya Rûsyayê ba, wê niha rewşa li Sûriyê xirabtir ba.

Herwiha Esed diyar kir, ku ew rê nadin Rêxistina Lêborîna Navdewletî (AMNESTY) serdana Sûriyê bike, ji ber ku ew pireseke girêdayî serweriya Sûriyê ye.

AMNESTY di raportekê de belav kiribû, rêjîma Sûriyê di 5 salan de zêdetirî 13 hezar ji girtiyan tê de bidarve kir. Serokê Programa Rojhelata Navîn û Bakurê Efrîqiya ya AMNESTY Philipp Loser gotibû, heger li cem Esed tiştekî veşartî tune ye, bila deriyên zîndana Sêdnayayê û tevahiya zîndanan li pêş çavdêrên navdewletî veke.

Derbarê raporta HRWê ya ku aşkere kiribû ku, helîkopterên rêjîma Sûriyê di navbera 17 Mijdarê û 13 Berçileya 2016an de bi bombeyên Gaza Klorê taxên sivîlan li Helebê barandiye. Esed ew nûçe jî red kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1502 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:36:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x