Fermandarê Giştî yê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê guherî

Di fermandariya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de guherînek çêbû.

26.08.2023, Cts - 07:17

Fermandarê Giştî yê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê guherî
Nuçe Belav bike

General Joel B. Vowell bû fermandarê nû yê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) derbarê guherînê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da.

CENTCOMê da zanîn ku ji bo guherînê li Bexdayê mesîmek hatiye lidarxistin.

Fermandarê CENTCOMê General Michael Erik Kurrilla serokatiya merasîma guherînê kiriye.

Herwiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku General Joel B. Vowell, li şûna General Matthew McFarlane bi awayê fermî bû Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê.

"Mîsyona me têkbirina DAIŞê ye"

Joel B. Vowell amaje pê kir ku azadiyeke wan a "hema hemayî" heye û got:

"Mîsyona me ya li vê derê ew e ku em ji bo têkbirina DAIŞê xebatên xwe bidomînin û ji bo pêşxistin û serbixwebûna hêzên xwe yên heveş bibin alîkar.

Ev dê bibe xala min a fokusê.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 367 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:20:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x