Balyozê Filistînê yê li Bexdayê Ehmed Eqîl di axaftina xwe de ragihand ku em referanduma serxwebûna Kurdistanê qebûl nakin û ev plana Îsraîlê ye.
Ehmed Eqil di axaftina xwe de ragihand ku welatê wî referandûma serxwebûna Kurdistanê red dike û pêngava Herêma Kurdistanê bi plana Îsraîlê ji bo perçekirina Iraqê binav kir.
Eqil di berdewamiya axaftina xwe de got: "Referandûma Kurdistanê, pilana Israîl e ji bo perçekirina Iraqê û mijûlkirina pêkhatên wî welatî ye bi nakokiyên taifî piştî nemana DAIŞê. Filistîn li gel yekîtiya gel û axa Iraqê ye bi hemû pêkhateyan û her pêngavek wê yekîtiyê lawaz bike ew li dijî wê ne."
Balyozê Filestînê di dirêjiya axaftina xwe de got: "Bi xweragirî û hikmeta iraqiyan, pilana îsraîlî û encamên referandûmê wê bên têkbirin û kurd wê vegerin himêza Iraqê û riya cudabûnê li ber wan tê girtin, ji ber ku Îsraîl dixwaze heyfê ji gelê Iraq hilîne ji bo vê mebestê jî, bi dehan sal e bizavan dike. Em bilindkirina ala Îsraîl li bakûrê Iraqê şermezar dikin û wê yekê weke kiryareke istifzazî ji hestê xelkê Filistîn û ereb û misilman re dibînin."