Fuad Mehsûm: Hebûna Qasim Silêmanî li Iraqê asayiye û mafê wan e!

Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm di hevpeyvîneke dirêj a li gel malpera Tesnîm a nêzîk sipaha pasdarên Îranê de hin pirs û babet nirxandin.

12.02.2017, Paz - 09:21

Fuad Mehsûm: Hebûna Qasim Silêmanî li Iraqê asayiye û mafê wan e!
Nuçe Belav bike

Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm di hevpeyvîneke dirêj a li gel malpera Tesnîm a nêzîk sipaha pasdarên Îranê de hin pirs û babet nirxandin.

Di beşeke din ê daxuyaniyê de bersiva pirsên peyamnêrê malpera Tesnîm a derbarê hebûna fermandarê sipaha Quds li Iraqê Qasim Silêmanî de, Fuad Mehsum dibêje: ‘’Me her demekê nêrîna xwe ragehand, Îranê her di yekem roja pirsgirêkên Iraqê de alîkariya Iraqê kiriye, pêwîstiya me bi alîkariya wan hebû, şarezayî û pirporiya wan bo me giring bû û gelek tişt ronî kirin.’’

Herwaha got: ‘’Diyare birêz Serdar Qasim Silêmanî hatiye Iraqê, wek şêwirmendên din, ew jî li vê deverê ye û ev yek pir asayiye, wek çawa Amerîkî, Fransî û Brîtanyayî wek şêwirmend li vê derê ne, nabe ku bê gotin wan hemûyan bila şêwirmendên wan hebin, lê Îranê bila nebe. Ji ber vê hebûna Qasim Silêmanî li çarçoveya şêwirmendiya leşkerî li Iraqê asayiye û mafê wan e.’’

Di beşeke din ê axaftina xwe de Fuad Mehsum got: ‘’Em dixwazin peyvendiyên xwe li gel Îranê bihêz û pêşdetir bibin, çawa dibe tu ji Îranê re bibêjî rabe tu lêre nemîne. Ez vê yekê jî bibêjim em li Iraqê ne bi çavê welatên din li Îranê binêrin, ne jî bi çavê Îranê li welatên din dinêrin. Peyvendiyên me li gel Îranê rast û dirustin û ew peyvendî li zûve hene, em dixwazin wan peyvendiyan jî zêdetir û kûrtir bikin.’’

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1550 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:20:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x