Gelo El Bab dê bibe deriyê serekî nû?

Tê pêşbînîkirin navçeya El Babê ya li bakûrê Sûriyê di demekê nêzîk de ji destê DAIŞê bê derxistin. Niha bi tevê Artêşa Sûriyê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hêzên Mertala Feradê yên piştgiriya Artêşa Tirkiyê ev navçe dorpeç kirine. Lê dibe piştî rizgarkirina ji destê DAIŞê, ev navçe careke din di navbera van hêzan de bibe qada şerekî dijwar, ku sekinanadina wî hêsan nebe.El Bab ji bo civaka navdewletî qadekî ceribandinê ye, ka dê bikare pêşiya şerekî nû yê li Sûriyê bigre yan ne. Rûsya û Tirkiyê karîn di nav pozberiya Sûriyê de pêwendiyên xwe biguherin, dijminatiya di navbera xwe de derbas bikin û ji bo serwerkirina agirbesta Sûriyê li Astanaya paytexta Kazakîstanê aliyan bînin ba hev.

15.02.2017, Çar - 20:04

Gelo El Bab dê bibe deriyê serekî nû?
Nuçe Belav bike

Li hevkirina Rûsya û Tirkiyê çi bandorekî li çarenivîsa El Babê dike?

Niha kêm maye El Bab ji destê DAIŞê bê derxistin. Dema wê yekê hatiye da em bizanin ka li hev nêzîkbûna Tirkiye û Rûsyayê heta ku derê dikare çarenivîsa El Babê ya piştî nemana DAIŞê biguhere.

Çarenivîsa El Babê beriya hemû tiştan ji bo desthilata Beşar Esed û alîgirên wî yên mîlîsî ceribandineke giring e. Gelo dê Rûsya bikare beriya civîna Cenevê ya dawiya vê mehê aliyan bîne gelhev û bikare pêşiya alozbûneke nû li El Babê bigre?

Niha amajeyên Enqere û Rûsyayê li ser hemahengiya li Sûriyê pozîtîf in. Sererkenaiya Tirkiyê amaje bi wê yekê da ku ji bo di navbera hêzên hikûmeta Sûriyê û Trikiyê de şer çênebe hemahengiyeke baş di navbera wan û Rûsyayê de heye. Heman awayî hikûmeta Sûriyê jî ev yek piştrast kir. Ev yek ji beş şerê li dijî dijminekî hevpar wiha ye. Lê nîşanên derbarê rewşa El Babê yên piştî şerê DAIŞê, bi mij û şilû ne.

Gelo dê Sûriye û Tirkiye şerê hev bikin?

Hikûmeta Trikiyê gelek caran ragihand, ku ew kontrola navçeya El Babê ji alîgirên rejîmê re nahêlin. Ji aliyê din ve di dema operasyona El Babê de piştgiriya îstîxbarî û hewayî ya Amerîkayê ji bo Tirkiyê bi sînor bû.

Ji rexekî din ve hêzên hikûmeta Sûriyê tenê 5 kîlometreyan ji El Babê dûr in. Lewma dibe ew jî bikevin navçeyê.

Niha pirsa giring ev e; gelo piştî derxistina DAIŞê dê Rûsya qebûl bike, ku navçe bikeve destê hêzên ser bi Tirkiyê ve? Gelo dê bikare hevpeymanê xwe hikûmeta Sûriyê razî bike, ku li dijî Tirkiye û çekdarên Artêşa Azad şer neke?

Neyê hêvîkirin bêyî piştgiriya Rûsyayê Artêşa Sûriyê li dijî Tirkiye û hêzên Mertala Feratê şer bike. Lê nayê çaverêkirin Rûsya alîkariyeke wiha bide Sûriyê, çimkî Enqere ji bo pêkanîna agirbesta Sûriyê hevkarê wî yê sereke ye.

Rûsya heta ku derê dihêle Tirkiye di nav axa Sûriyê de bimîne?

Derbarê vê yekê de şirovekarê siyaseta derve ya Rûsyayê Teymûr Axmetov ji Rûdawê re got; “Berjewendiyên Rûsyayê bi pêşxistina pêwendiyên ligel Tirkiyê de ye. Ji ber Rûsya dikare bi rêya Tirkiyê li ser mûxalefeta Sûriyê desthiladar be. Bi vî awayî dikare şer û pevçûnên li Sûriyê veguhere qada siyasî.”

Lê Axmetov ne di wê baweriyê de ye, ku helwest û biryara Rûsyayê heta hetayê jî wiha bimîne. Lewma dibêje;

“Berpirsên Moskowayê hebûna hêzên Tirkiyê yên li Sûriyê ji bo demeke diyarkirî weke metirsî nabînin. Ji bilî vê Rûsya bê merc jî qebûl nake Trikiye bikeve nav axa Sûriyê. Rûsya dikare heta wê derê tehemûla hebûna hêzên Tirkiyê bike, ku tenê şerê DAIŞê bikin. Ji bo lawazkirina pêgeha PYDê jî Rûsya deng dernaxe. Lê divê Tirkiye ji bo desthilata Esed pirsgirêkan dernexe.”

Hinek çavkaniyan nûçeyan didin zanîn, ku Tirkiye û Rûsya di nav xwe de li hev hatine da ku hêzên dijbereya Sûriyê yên di bin kontrola Tirkiyê de neçine nav El Babê. Lê di nav çend rojên derbasbûyî de van koman êrîşeke berdewam anîne ser El Babê û bi vî awayî peyamek ji bo Enqerê şandine, ku ne merc e ew sozên Tirkiyê bicîh bînin.

Tirkiye û herêma kurdî li bakûrê Sûriyê

Dibe ku Tirkiyê helwesta xwe ya ji bo hilweşandina rejîma Esed guhertibe. Dibe ji ber wê yekê xwe nêzîkî Rûsyayê kiribe, ku di pêşerojê de Enqere û Moskow bikarin di avabûna siyaseta nû Sûriyê de bibin xwedan gotin û bi vî awayî Tirkiye berjewendiyên xwe yên bilind biparêze.

Bêguman hatina Donald Trump û nêzîkbûna wî ya Rûsyayê jî hêviyeke nû dide hikûmeta Tirkiyê. Weke di daxuyaniyên berpirsên Enqerê de jî derdikeve, Tirkiye li hêviyê ye bi nêzîkbûna Amerîka û Rûsyayê pêwendiyên xwe yên ligel Moskowê pêş bixe.

Hefteya derbasbûyî Trump û Erdogan li ser telefonî bi hev re axivîn. Medyaya nêzîkî hikûmeta Enqerê amaje bi wê yekê kirin, ku Trump soz daye ku di operasyona El Babê de alîkariyê bide Tirkiyê. Lê di daxuyaniya Koşka Spî de qet behsa El Babê nehatiye kirin. Tenê hate gotin, ku Trump di tekoşîna li dijî DAIŞê de soza alîkariyê daye Erdogan.

Lê di dema serdana Serokê Dezgeha Îstîxbarata Amerîkayê CIAyê Mike Pompeo ya Enqerê de, rojeva hevdîtinan operasyona El Babe, siyaseta hevpar a Rûsya û Tîrkiyê ya derbarê Sûriyê de bû.

El Bab ji bo Tirkiyê cihekî stratejîk e. Ji ber ku bi kontrolkirina El babê xala dawîn a pêwendiyên kantonên Kobanê û Efrînê digrin. Bi vî awayî jî rê nade li bakûrê Sûriyê herêmeke kurdî bê avakirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 994 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:50:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x