Goran di enîya Nûrî Malîkî de cih digre

Rojnameyeke Erebistana Siûdî amaje bi gohertinên siyasî yên Iraqê dike û parlamentereke kurd jî dibêje: ‘’Rewşa Iraqê pir aloze.’’

14.02.2017, Sal - 10:25

Goran di enîya Nûrî Malîkî de cih digre
Nuçe Belav bike

Rojnameyeke Erebistana Siûdî amaje bi gohertinên siyasî yên Iraqê dike û parlamentereke kurd jî dibêje: ‘’Rewşa Iraqê pir aloze.’’

Rojnameya Heyat a Erebistana Siûdî amaje bi vê yekê dike ku serokê rewta Sedr Muqteda El Sedr, di nav hewldanên pêkanîna hevpeymaniyeke nû de ye û dixwaze li gel serokê hevpeymaniya niştimanî Eyad Elawî û rêveberê partiya Dewa Heyder Ebadî razî bike ku di nav wê hevpeymaniya di bin navê ‘’Hevpeymaniya sivîl’’ de ku dixwazin di helbijartinên pêş ên Iraqê de beşdariyê bikin û li gel sunne û kurd rêkbikevin.

Herwaha rojname dibêje, beşek ji armanca Sedr ewe ku dawî bi desthilatiya Malikî ya ser parlamento û hikûmetê bîne.

Li gor rojnameyê Malikî dixwaze bi rêya piraniya siyasî ya parlamentoyê ve Iraqê kontrol bike, ji ber vê jî hewldanê xwe bo ava kirina hevpeymaniyekê li parlamentoyê zêde kiriye.

Rojname dibêje, di helbijartinên pêş de pêşbînî tên kirin serokê parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî li gel çend eşîretên sunne û rêveberên Tevgera Gorran biçin beşdarî eniya Nûrî Malikî bikin.

Vê derbarê de parlamenterê PDKê yê encûmena nûnerên Iraqê Îslam Husên ragehand: ‘’Rewşa Iraqê pir xirabe, Sedr gefa bikaranîna çek li Malikî dike û Malikî jî gefa tolhildanê li Sedr dike, ji ber vê jî naha kar li ser helbijartina pêş a Iraqê zêde kirine, mijûlê avakirina hevpeymaniyê ne û Malikî jî bi heman awayî.’’

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1677 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:38:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x