Hemasê 11, Îsraîlê 33 dîl berdan

Hemasê di çarçoveya lihevkirinê de, 11 dîlên li Xezeyê radestî rayedarên Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî kirin.

28.11.2023, Sal - 06:58

Hemasê 11, Îsraîlê 33 dîl berdan
Nuçe Belav bike

Herwiha Îsraîlê jî 30 jin û 3 zarokên ku di girtîgehên wê de bûn berdan.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Qeterê Macîd Ensarî, bi rêya hesabê xwe yê Xê li ser berdana dîlên Filistînî daxuyaniyek dabû.

Macîd Ensarî di daxuyaniya xwe de diyar kiribû ku 33 dîlên Filistînî dê di berdêla 11 dîlên Îsraîlî de bên berdan.

11 dîlên ku Hemasê radestî Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî kirin gihiştin Îsraîlê, dîlên Filistînî jî gihiştin welatê xwe.

Li aliyê din, hinek Filistînî ji bo pêşwaziya kesên berdayî li Beytunyayê civiyan lê leşkerên Îsraîlê midaxeleyî wan kir.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku li vê derê Filistîniyek hat kuştin.

Qeterê ragihand ku li Xezeyê "navberdayina mirovî" ya ku beriya niha di navbera Hemas û Îsraîlê de çêbûbû, 2 rojên din hat dirêjkirin.

Li gorî peymana Hemas û Îsraîlê, dê ji bo her dîlekî Îsraîlî 3 dîlên Filistînî bên berdan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 260 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:02:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x